Îsraîlê zêdetirî 10 herêmên Lubnanê bombebaran kirin

21 October 2024 12:04 0 dîtin
Îsraîlê zêdetirî 10 herêmên Lubnanê bombebaran kirin

PeyamaKurd – Îsraîl êrîşên xwe yên hewayî yên li ser Beyrûta paytexta Lubnanê didomîne. Li hemû herêmên ku di êrîşê de hatin hedefgirtin de wêraniyeke mezin rû da.

Piştî ku Berdevkê Hêzên Parastinê yên Îsraîlê Avichay Adraee herêmên ku tê plankirin operasyon li Bekaa û Beyrûta Lubnanê bên kirin eşkere kir, balafirên şer ên Îsraîlê lêdana Beyrûtê didomînin.

Zêdeyî 10 herêmên Bekaa û Beyrûtê ji aliyê balafirên şer ve hatin bombebarankirin.

Di bomberdûmanê de xalek pir nêzî Balafirgeha Navneteweyî ya Beyrûdê Rafîk Herîrî jî bû hedef. Wêneyên wan kêliyan jî li ser medyaya civakî hatin parvekirin.

Di nûçeya ajansa nûçeyan a fermî ya Lubnanê NNAyê de hat ragihandin ku hejmara êrîşên esmanî yên ku îro danê êvarê ji aliyê balafirên şer ên Îsraîlê ve li paytext Beyrûtê hatine kirin derket 11an.

Di nûçeyê de hat diyarkirin ku li başûrê Beyrûtê şaxên saziya Karz-î Hasen a Hîzbullahê hatin hedefgirtin. Hat ragihandin ku yek ji êrîşên hewayî yên Îsraîlê li ser şaxa Karz-î Hasen a nêzî Balafirgeha Navneteweyî ya Rafîk Herîrî hatiye kirin

Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku balafirên şer ên Îsraîlê şaxên saziya Karz-i Hasen a li parêzgeha Nabatiye li başûr û herêma Bekaa ya li rojhilat jî kirin hedef. Hat diyarkirin ku di êrîşa Îsraîlê ya li ser ambulansê ya li başûrê bajarê Sûrê de hin xebatkarên tenduristiyê birîndar bûne.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichay Adraee di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da ragihand ku artêş wê şaxên saziya Karz-i Hasen bi hinceta ku xebatên Hîzbullahê yên li dijî Îsraîlê fînanse dikin bikin hedef.