Îsraîlê baregehên artêsa Sûriyê û mîlîsyayên ser bi Îranê ve bombebaran kir

20 July 2021 11:29 0 dîtin
Îsraîlê baregehên artêsa Sûriyê û mîlîsyayên ser bi Îranê ve bombebaran kir

PeyamaKurd – Îsraîlê baregehên hêzên artêşa Sûriyê û mîlîşyayên ser bi Îranê ve li derdora Helebê bombebaran kir.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirova diyar kir, şeva borî Balafirên Îsraîlê baregehên hêzên artêşa Sûriyê û mîlîşyayên ser bi Îranê ve li herêma Sifîrê ya li başûrê rojhilatê Helebê bombebaran kirin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirova ti zanyarî derbarê ziyanên wê êrîşê de belav nekir û da zanîn, çend depoyên çek û teqemeniyan teqiyan.

Herwiha ajansa hikûmeta Sûriyê ya fermî “SANA” jî belav kir, şeva bore balafirên şer ên Îsraîlê êrîşî ser hêzên artêşa Sûriyê kirin û sîstema berevaniya asmanî, piraniya moşekan têkşikandin.

Ji dema krîza Sûriyê di sala 2011an de, her car Îsraîl êrîşî baregehên artêşa Sûriyê û mîlîşyayên ser bi Îranê ve dike. Îsraîl Sûriyê tohmedbar dike ku rê dide Hizbulaha Libnanî û hêzên Îranî ji nava xaka Sûriyê ve êrîşî Îsraîlê bikin.

Piştî pêkanîna hikûmeta nû ya Îsraîlê, ev yekemîn êrîşa asmanî ya Îsraîlê li ser Sûriyê ye.