Îsraîlê bertekek tund ji gotinên Lavrov ên ‘Hîtler cihû bû’ re nîsan da…
PeyamaKurd – Îsraîlê bertekek tund ji gotinên Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ku di hevpeyvînekê de gotibû, ‘Hîtler cihû bû û diberên herî mezin ên cihûyan jî cihû bixwe bûn’ re nîşan da û Balyozê Rûsya yê Tel Avîvê jî bangî wezareta derve kir.
Hat diyarkirin ku Îsraîlê ew gotinên Lavrov wekî daxuyaniyên gelekî xirab û metirsîdar nirxandiye û ji bo ravekirinan wan gotinan, bangî Balyozê Rûsya yê Tel Avîvê Anatoly Viktorov kiriye.
Wezîrê Derve yê Îsraîlê Yair Lapid jî li ser daxuyaniyên Lavrov ên bo televizyoneke îtalî li ser cihûyan û naziyan got, “Daxuyaniyeke skandal a nayê qebûlkirin e, şaşiyeke dîrokî û metirsîdar e.”
Herwiha Lapid daye xuyakirin ku ew li benda lêborîn xwestina Rûsyayê ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin