Îsraîlê, bi hilberîna gazê re bang li Ewropayê kir: Em ê bibin alîkar!

31 October 2022 00:00 0 dîtin
Îsraîlê, bi hilberîna gazê re bang li Ewropayê kir: Em ê bibin alîkar!

PeyamaKurd- Ji aliyê Ofîsa Serokwezîrtiya Îsraîlê ve daxuyaniyek hat dayîn û bi rêya vê daxuyaniyê hat ragihandin ku bi hilberîna gaza ji platforma Karişê re dê Îsraîl bibe peydakarê enerjiyê û dê alîkariya qeyrana Ewropayê ya enerjiyê bike.

Serokwezîrê Îsraîlê Yair Lapid, xebatên li platforma Karişê kontrol kir û ji peywirdarên platformê, di derbarê xebatan de agahiyên bingehîn girtin. Lapid da zanîn ku piştî peymana di 27ê Cotmeha 2022yan de di navbera Lubnan û Îsraîlê de hat destnîşankirin, li Karişê hilberîna gaza xwezayî dest pê kiriye û da zanîn ku ev hilberîn dê Îsraîlê li herêmê bike peydakarê enerjiyê.

Serokwezîrê Îsraîlê li ser hilberîna gaza xwezayî got,

 “Aborî û biryardarî, dê ewlehiya enerjiyê pêk bîne. Hilberîna li qada Karişê, dê buhayên enerjiya Îsraîlê kêm bike û dê Îsraîlê bike peydakarê enerjiyê yê herêmê. Her wiha em ê ji bo derbasbûna Ewropayê ya ji vê qeyrana enerjiyê jî bibin alîkar. Ji vê derê, gaza ku weada kêmkirina maliyeta jiyanê dide, diherike. Ev, ji bo dewleta Îsraîlê serkeftineke mezin e.”