Îsraîlê bi Koreya Basûr re peymana ‘Bazirganiya Azad’ îmze kir

23 August 2019 20:20 0 dîtin
Îsraîlê bi Koreya Basûr re peymana ‘Bazirganiya Azad’ îmze kir

PeyamaKurd - Koreya Başûr û Îsraîlê peymana bazirganiya azad îmze kirin ku herdu welat hewl didin bazirganîya di navbera xwe de bi rêjeya ji sedî 15 zêde bikin û bigihînin salane 2 milyar û 500 milyon dolaran. 

Serokwezîrê Îsraîlê, Benjamin Netanyahu pesnê peymana bazirganiya azad a di navbera welatê xwe û Koreya Başûr de da û Koreya Başûr wek welatekî geş û pêşketî bi nav kir. 

Netanyahu got: “Peymanên me yên bazirganî bi gelek welatên cîhanê re hene, bi taybetî Amerîka û Ewropa. Lê ev peymana bazirganî ya yekem e ku em bi welatekî Asyayê re îmze dikin. Di warê aborî de, Korêya Başûr yek ji serkirdeyên cîhanê ye. Welatekî geş û bêhempa ye.” 

Li gorî vê peymana bazirganiyê, zêdetirî ji sedî 95ê berhemên Îsraîlê ku ji bo Koreya Başûr tên hinardekirin, ji sepandina bac û pênaseyên gumrikî tên efûkirin. 

Herwiha berhemên Koreya Başûr jî bêyî bac ji bo Îsraîlê tên hinardekirin. Bi vê yekê, bikarîner û welatiyên Îsraîlê dikarin salane bi tibaba 25 milyon dolaran paşkeftê bikin. 

Nêzîkî nîvê hinardekariya Îsraîlê ji bo Koreya Başûr, berhemên pîşesazî, elektrîkî û pizîşkî ne. 

Wezîrê Aborî yê Koreya Başûr, Yu Myung Hî dibêje, ku 15 peymanên bazirganiya azad ên Koreya Başûr bi dewlet û blokên bazirganî yên cîhanê yên weke Amerîka, Ewropa, Çîn û Hindistanê re hene. 

Yu Myung Hî diyar kir: “Eynî weke we got, ev peymaneke girîng û dîrokî ye. Gelek xalên hevbeş di navbera Korêya Başûr û Îsraîlê de hene. Herwiha pergala me ya aborî nêzîkî hev e. Li gor vê rêkeftina bazirganî, ez piştrast im wê pêwendiyên me yên bazirganî geştir bibin. Di warê teknolojî de jî dê hevkariya me berfirehtir bibe.” 

Koreya Başûr 11emîn hêza aborî ya cîhanê ye û otomobîl û parçeyên yedek û lîstikên zarokan û berhemên navmalê dişîne welatên cîhanê û Îsraîlê. 

Piştî îmzekirina peymanê êdî Îsraîl li ser hawirdekirina berheman ji Korêya Başûr ti bacekê ji bazirganên wî welatî wernagire.