Îsraîlê careke din balafirgeha Helebê bombebaran kir

25 October 2023 19:15 0 dîtin
Îsraîlê careke din balafirgeha Helebê bombebaran kir

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku îro 25ê Cotmehê careke din balafirgeha navdewletî ya Helebê ji aliyê Îsraîlê ve hate bombebaran kirin.

Li gorî ragihandina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) artêşa Israîlê îro çarşemê piştî nîvro balafirgeha navdewletî ya Helebê bombebaran kir û di encamê de ziyan gihîşt balafirgehê, lê ti ziyanên canî çênebûn.

Hêjayî gotinê ye, balafirgeh 3 roj berê jî ji aliyê Îsraîlê ve hatibû armanckirin û ji ber wê jî hemû xizmetên balafirgehê rawestiyabûn.

Artêşa Îsraîlê ji dema ji 7ê Cotmehê piştî êrîşa Hamasê ya ser Îsraîlê ve, gelek caran komên çekdarên li Sûriyê û Lubnanê bombebaran kirin.