Îsraîlê êrîsî ser avahiya Neteweyên Yekgirtî kir: 9 kustî û 75 birîndar hene

24 January 2024 23:35 0 dîtin
Îsraîlê êrîsî ser avahiya Neteweyên Yekgirtî kir: 9 kustî û 75 birîndar hene

PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê li Şerîda Xezzayê êrîşê avahiya Neteweyên Yekgirtî kir û di encamê de 9 kes hatin kuştin û 75 kes birîndar bûn. Artêşa Îsraîlê nehişt ku tîmên NY bigihên ciyê bûyerê.

Avahiya Neteweyên Yekgirtî li Şerîda Xezzayê li nav bajarê Xan Yûnisê ye û tê de 800 koçberên Fîlîstînî hene. Avahî ya UNRWA ye ku alîkariya mirovî dide koçberên Fîlîstînî.

Rêvebirê Ajansa UNRWA yê, yê Xezzayê Thomas White ragihand ku tankên Îsraîlê îro piştî nîvro êrîş kiriye û 2 gulên tankê li avahiyê ketine.

White got ku di êrîşê de heya niha 9 kes mirine û 75 kes birîndar bûne. Tîmên UNRWA yê û WHOyê xwestine xwe bigihînin ciyê bûyerê lê artêşa Îsraîlê nehiştiye.