Neteweyên Yekgirtî (UN): Tevî me agahî dabû Îsraîlê jî li ereba NY xistin

28 August 2024 23:58 0 dîtin
Neteweyên Yekgirtî (UN): Tevî me agahî dabû Îsraîlê jî li ereba NY xistin

PeyamaKurd – Berdevkê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî (UN) Stephan Dujarric ragihand ku artêşa Îsraîlê do bi şev bi zanîn li erebeyekî NYê xistiye. Stephane Dujarric ragihandina xwe di civîna çapemeniyê de weha kir:

“ Hêzên Parastina Îsraîlê (IDF), do êvarê erebeya me ku logoya me aşkera li sere û UN li serê nivîsandiye, hem agahiya wan jê heye, li erebeyekî di konwoya NY xistiye, cama erebê ya pêş kirine hedef û 10 carî lê xistine.

Di encamê de, kesên di erebê de zerarî nedîne ji ber erebe bi zirx bûye, zirx jiyana xebatkaran rizgar kiriye. Ev jî nîşan dide ku pêdiviya NY bi alavên zirxî hene.”

Dujarric got ku ev bûyer nîşan dide ku koordinasyona navbera UN û artêşa îsraîlê naxebite, ji bo bûyerên weha neqewimin, wê bi artêşa Îsraîlê re xebata xwe dewam bikin. Li ser pirsa bê Îsraîl bûyerê bi zanîn kiriye an na, got:

“Ti rê tine ji bo ew kesên ku li me xistine, em zihniyeta wan bipîvin. Em dizanin tevgera konwoya taybet bi Îsraîlê re bi koordîne ye. Em nikarin ti bandorê li Îsraîlê bikin.”