Îsraîlê li dijî 15 navendan êrîseke esmanî pêk anî
PeyamaKurd – Balafirên şer ên Îsraîlê li Xazeyê êrîşî 15 navendên leşkerî kir ku di nav de kompaniyeke çekan jî heye.
Piştî ku dema axaftina Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu, ji Xezayê moşek hatin avêtin, Netanyahû mîtinga xwe di nîvî de berda û li pey wê jî Îsraîlê dest bi êrîşên esmanî kirin.
Îsraîlê ragihand ku li Xezayê dijî 15 navendan êrîş hatine kirin ku di nav van de kompanîyeke çekan jî heye.
Îsraîlê ragihand ku êrîş li dijî berpirsên êrîşa moşekî Hamasê hatine encamdan.
Li gorî çavkaniyên Xazeyê di êrîşên Îsraîlê de ti ziyaneke canî çênebûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin