Îsraîlê li dijî Helebê êrîseke esmanî pêk anî
PeyamaKurd - Televîzyona fermî ya dewletê Sûrîyê ragihand ku Îsraîlê li dijî Helebê êrîşeke esmanî pêk anîye.
Li gorî ajansa fermî ya Sûrîyê SANAyê, Îsraîlê li dijî herêma Helebê êrîşeke esmanî pêk anîye û hejmarek moşek bi pergalên parastina esmanî hatine berteref kirin.
Li gorî zanyarîyan pergala parastina esmanî ya wî welatî êrişa esmanî yê Îsraîlê têkşikandîye. Di nûçeyê da herweha dihê dîyarkirin ku hejmarek moşek li esmana hatine berterefkirin.
Televîzyona dewletê ya Sûrîyê herweha da zanîn ku ji ber wê êrişê tevahîya welat bo demekê bê kahrebe maye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin