Îsraîlê li Sûriyê bi mosekan li hin xalên leskerî xist
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Îsraîlê êrîşeke moşekî li dijî hin xalên derdora bajarê Quneytera ya Sûriyê pêk anî.
Li gorî ragihandina ajansa fermî ya rejîma Sûriyê SANAyê Wezareta Berevaniya Sûriyê ragihandiye ku Îsraîlê îro li demjimêr 00:300 êrîşeke bi moşekan pêk anî û hinek xal li derdora bajarê Quneytera hatin armancgirtin.
Hat diyarkirin ku di encama êrîşê de ziyanê madî çêbûne, lê behsa kuştî û birîndaran nehat kirin.
Îsraîl di nav hefteyekê de cara duyemîn e ku êrîşîn dibe ser Sûriyê ku 17ê Sibatê jî li başûrê Şamê êrîşeke moşekî hatibû kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin