Îsraîlê pêswazî li biryara Erebistana Siûdî kir: Cihê kêfxwesiyê ye...
PeyamaKurd – Saziya Sivîl a Geştên Asmanî ya Erebistina Siûdî, bi sedema serdana Serokê Amerîka Joe Biden a bo Rojhilata Navîn, cara yekem biryar da ku firînên ji Îsraîlê bo Siûdî dest pê bikin.
Piştî vê biryarê Şêwirmendê Asayîşa Netewî ya Amerîkayê Jake Sullivan ragihand ku ev biryara Siûdî biryareke dîrokî ye û ew pê kêfxweş in ku Erebistana Siûdî qada xwe ya hewayî ji bo firînên sivîl û fermî vedike.
Li ser biryarê Serokwezîrê Îsraîlê Yaîr Lapîd jî peyamek belav kir û pêşwazî li biryara Erebistana Siûdî kir.
Lapîd got, “Ev nûçe cihê kêfxweşiyê ye û wekî gava yekem e. Em ê di vê derbarê de ji bo aborî û ewlehiya Îsraîlê û welatiyên wê xebatên xwe bidomînin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin