Daxuyaniya Erebistana Siûdî ya balkês ji Îsraîlê

08 August 2023 09:49 0 dîtin
Daxuyaniya Erebistana Siûdî ya balkês ji Îsraîlê

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu got, ew dikarin bi Erebistana Siûdî re bêyî normalîzekirina têkiliyên xwe pêş bixin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu diyar kir, ew di wê baweriyê de ye ku Îsraîl û Erebistana Siûdî têkiliyên aborî û bazirganî kûrtir bikin, tevî ku di asta dîplomatîk de hevdu bi fermî nas nekin.

Benjamin Netanyahu roja Yekşemê ji Bloomberg re li ser proseya asayîkirina Îsraîlê ligel Erebistana Siûdî axivî.

Netanyahu herwiha da zanîn, "Asayîkirina peywendiyên Îsraîl û Erebistana Siûdî di berjewendiya aborî ya her du welatan de ye" destnîşan kir ku ev rewş "dibe ku rê li ber Îranê bigire ku li herêmê helwêsteke êrîşkar bigire."

Netanyahu destnîşan kir, ew bi gihandina peymaneke ku dê bi Erebistana Siûdî re têkiliyên fermî yên dîplomatîk ava bike, bawer e û got, bêyî normalîzebûnê jî her du welat dikarin korîdora aborî ya ku ji Nîvgirava Erebîstanê heta Ewropayê dirêj dibe û tê de teknolojiyên enerjî, veguhestin û ragihandinê dihewîne pêş bixin."