Ji Amerîka daxuyaniya Siûdî û Îsraîlê: Hê gelek maye…

08 September 2023 21:32 0 dîtin
Ji Amerîka daxuyaniya Siûdî û Îsraîlê: Hê gelek maye…

PeyamaKurd – Şêwirmendê Asayîşa Netewî yê Koşka Spî Jake Sullivan, dema ji bo Lûtkeya G20an diçû Hindistanê bersiva pirsên rojnamevanan da.

Sullivan li ser pirsa derbarê rewşa asayîbûna têkiliyên Îsraîl û Erebistana Siûdî got, niha gelek mijarên diçin rêya normalbûna pêwendiyên Îsraîl û Siûdî li ser masê ne, lê hê jî rêyeke dirêj heye.

Jack Sullivan herwiha diyarkirin ku hîn gelek kar ji bo asayîbûna herdu welatan divê û ew jî li ser dixebitin.