Daxuyaniya Amerîkayê ya ji bo Îsraîlê: Em bi fikar in

23 February 2023 15:30 0 dîtin
Daxuyaniya Amerîkayê ya ji bo Îsraîlê: Em bi fikar in

PeyamaKurd- Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Ned Price diyar kir ku ew ji ber kesên di êrîşa artêşa Îsraîlê ya li ser bajarê Nablusê yê li bakurê Şerîeya Rojava ya dagirkirî de jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne, nîgeran in.

Ned Price di civîna çapemeniyê ya rojane de êrîşa artêşa Îsraîlê ya li ser bajarê Nablusê li bakurê Şerîeya Rojava ya dagirkirî nirxand û wiha axivî:

“Em ji asta tundûtûjiyê ya li Îsraîl û Şerîeya Rojava, gelek nîgeran in. Di operasyona li dijî terorê ya Îsraîlê ya îro li Nablusê de 10 Filistînî di nav wan de milîtan hatin kuştin û zêdeyî 100 Filistînî jî birîndar bûn. Em ji birîndaran re şîfayê dixwazin, dilên me bi malbatên sivîlên li wê derê hatine qetilkirin re ye.

Em ji fikarên ewlehiyê yên rastîn ên ku Îsraîl pê re rû bi rû ne agahdar in. Di heman demê de em ji ber hejmara zêde ya kuştî û birîndarên sivîl dilgiran in.”

Berdevk Price bal kişand ser hewcedariya lezgîn a aliyan ku ji bo baştirkirina rewşa ewlehiyê li Şerîeya Rojava bi hev re bixebitin û got ku wan ji Îsraîlê xwest ku dest ji kiryarên ku dê tengezariyê geştir bikin ên wekî derxistina malbatên Filistînî, hilweşandin û wargehên neqanûnî berde û axaftina xwe wiha berdewam kir:

"Wekî ku me bi berdewamî gotiye, Îsraîlî û Filistînî bi heman awayî heq dikin ku di nav ewlehî û aramiyê de bijîn. Ne tenê di van rojên aloziyê de ji dema ku ev rêveberî dest bi erkêkir, me bi berdewamî hem ji Îsraîlî û hem jî ji Filistîniyan xwest ku xwe ji gavên ku dê rageşiyê gur bikin, dûr bigirin.”