Îsraîlê 'sertên dawîhatina' ser ji nistecihên Xezzeyê re ragihand

08 December 2023 10:24 0 dîtin
Îsraîlê 'sertên dawîhatina' ser ji nistecihên Xezzeyê re ragihand

PeyamaKurd – Berdevkê Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu Ofir Gendelman ji Xezzeyiyan re axivî û diyar kir ku bi şertê "teslîm bibe û girtiyên li Xezzeyê bên berdan" êrîşên Hamasê yên li Xezzeyê bi dawî dibe.

Gendelman got, “Ez ji Xezzeyiyan re dibêjim: Di bin du şert û mercan de dibe ku îro şer bi dawî bibe. Pêşî divê hemû kesên me yên hatine revandin bên berdan. Ya duyemîn jî divê Hamas teslîm bibe."

Berdevkê Îsraîlî herwiha got, artêşa Îsraîlê li başûrê Şerîda Xezzeyê bi pêş ve diçe, leşkerên Îsraîlê "dora mala Yehya Sinvar"ê yek ji serkirdeyên Hamasê girtin, da ku "di zûtirîn demê de wî bigrin."

Di dawiyê de got, "piştî wêrankirina Hamasê, jiyana xelkê Xezzê wê baştir û pêşve bibe."