Îsraîlê temamê dîplomatên xwe yên li welatên herêmê û Tirkiyê pasde vekisand
PeyamaKurd – Dewleta Îsraîlê temamê balyoz û dîplomatên xwe yên li herêmê û Tirkiyê paşde xwest da herin welatê xwe.
Îsraîlê biryara xwe piştî ku li nexweşxana Xezzayê xist û tê de 500 kes mirin, li welatên herêmê li ber deriyên balyozxanên Îsraîlê xwespêşandan hatin kirin û jiyana dîplomatan ket nav talûkê. Îsraîlê duhî jî 2 balafirên xwe şandibû bajarê Tirkiyê Îstenbolê û hemwelatiyên xwe biribû Îsraîlê.
Îsraîlê ragihand ku biryara wan ne ji ber sedemên krîza di navbera Îsraîl û welatên din de ye lê ji ber ewlehiya diplomat û hemwelatiyên wan e.
Çend roj berê hinek grûb li ber derê sefaretxana Îsraîlê ya Îstenbolê xwepêşandan kiribû û fişekên hewayî avêtibûn sefaretxanê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin