Îsraîlê zêdetirî nîvê baregeh û cebilxaneyên Îranê yên li Sûriyê rûxandine

10 December 2021 22:00 0 dîtin
Îsraîlê zêdetirî nîvê baregeh û cebilxaneyên Îranê yên li Sûriyê rûxandine

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku heta niha di êrîşên asmanî yên Îsraîlê de, ji sedî 75ê cebilxaneyên milîsên îranî yên li Sûriyê hatine rûxandin ku ev jî bi qasî zêdetirî nîvê baregehên Îranê yên li herêmê ye.

Malpera Walla ya Îsraîlê bi zarê rayedarên Tel Evîvê ragihandiye ku Îsraîlê rêjeya ji sedî 75 a cebilxaneya Îranê ya li Sûriyê rûxandiye û daye zanîn, pergala parastinê li hemberî hêzên Îranê yên li Sûriyê û rejîma Sûriyê heta asteke mezin jî hatiye xurt kirin.

Berpirsên Îsraîlê dane xuyakirin, cebilxaneya wêranbûyî  ji milîsên alîgirên Îranê û komên Îranê yên li Sûriyê û Hizbullaha Lubnanê re dihatin şandin ku ew cebilxane ji Îranê ve bi awayekî qaçaxî bi rêyên bejahî, asmanî û deryayî bo Sûriyê hatine şandin.

Hêjayî gotinê ye, herî dawî roja Sêşema borî Îsraîlê barekî çekên Îranê li bendera Lazîqiye li nêzî baregeha Himêmîm bombebaran kir ku ji pergaleke asmanî ya pêşketî pêk dihat. 

Ji destpêka krîza Sûriyê ve Îsraîlê bi sedan êrîşên asmanî li Sûriyê li dijî baregehên artêşa Sûriyê bi taybet ên Îran û Hizbullahê pêk anîne.