Îstîxbarata Almanya: 61 Alman çûne serê Rûsya-Ûkraynayê

11 March 2023 20:20 0 dîtin
Îstîxbarata Almanya: 61 Alman çûne serê Rûsya-Ûkraynayê

PeyamaKurd – Îstîxbarata Almanya ragihand ku piştî şerê Rûsya-Ûkrayna destpêkiriye 61 kes ji Almanya çûne şerê Rûsya û Ûkraynayê. Ji 61 kesan 29 ê wan raste rast ketine nav şerê germ.

Ragihandina nûçeyê ji aliyê rojnama Neue Osnabrücker Zeitung de hat dayîn û binkeya nûçeya xwe bir ser Rêxistina Parastina Destûra Almanya. 29 kesên navborî xwediyê tevgerên tundîne û sabika wan heye. Nehat ragihandin bê Almanên çûne şer li aliyê kîjan terefê cîh girtine.

Li gor Polîsê Federal yê Almanya 31 ji wan refdarên rastgirin. 24 ji wan terefên tundiyê ne û ji fikrên derveyê welat bandor girtine û sîcîla wan heye. Hinek ji yên din bi fikrên olî û ramanên cuda çûne şerê li nav Ûkrayna. Li gor agahiyên hêzên asayîşa Almanya; niha nîvê kesên navborî li Ûkrayna ne.