Îstixbarata Îranê 10 Kurdên Rojhilat li Ûrmiyê girtin
PeyamaKurd - Wezareta Îtilaat a Îranê (îstixbarat) ragihand ku hêzên wan 10 kesên endamên partiyên Rojhilatê Kurdistanê ku ji Herêma Kurdistanê derbas bûne, li parêzgeha Urmiyê girtine.
Wezareta Îtilaatê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandiye ku hêzên wan bi alîkariya Supaya Pasdaran li parêzgeha Urmiyê endamên toreke girêdayî hêzên dijberê Komara Îslamî ya Îranê desteser kirine û kesên hatine girtin jî bi plana êrîşên ser navend û saziyên aborî û karên weke teqîn û têkdana cihên hesas tohmetbar kiriye.
Li gorî daxuyaniyê, ew 10 kesên hatine girtin, ji Herêma Kurdistanê çûne parêzgeha Urmiyê û di dema derbaskirina sînor de hatine girtin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, demek berê jî hejmarek welatiyên sivîl ên Kurd, li bajarên Şino, Mehabad, Pîranşar û Miyanduavê ji aliyê hêzên Îtilaatê û Supaya Pasdaran ve hatibûn girtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin