Îtalya: Em amade ne hêza astiyê bisînin Xezzeyê

19 January 2024 20:54 0 dîtin
Îtalya: Em amade ne hêza astiyê bisînin Xezzeyê

PeyamaKurd - Cîgirê Serokwezîrê Îtalyayê Antonio Tajani, ragihand ku heger pêdivî çêbibe, ew amade ne leşkerên xwe di çarçoveya Hêza Aştiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de bişînin Xezzeyê.

Antonio Tajani, bibîr xist ku beriya niha zêdetirî 1000 leşkerên Îtalî li Lubnanê wek Hêza Aştiyê ya Demkî (UNIFIL) erka xwe bicih anîne û li ser şerê Xezzeyê jî got, "Heger li Xezzeyê pêdiviya misyoneke aştiyê çêbibe, em amade ne hêzên xwe wek Hêza Aştiyê ya NY bişînin.”

Tajani diyar kir kir ku ew li Deryaya Sor jî piştevaniya misyona Yekîtiya Ewropayê ya bo ewlehiya seyrûseferê dikin.