Îtalya: Em amade ne hêzê bisînin Rojava
PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniya Îtalyayê Lorenzo Guerini, ragihand ku ew amade ne hêza leşkerî bişînin bakurê Sûriyê ango Rojavayê Kurdistanê.
Li gorî nûçeyên medya îtalî, Guerini daye xuyakirin ku artêşa Îtalyayê amade ye li hemberî hebûna Tirkiyê li Sûriyê rolekê bigire ser xwe û hêzê bişîne Sûriyê.
Guerini gotiye, heger li ser şandina hêzê di nav civaka navdewletî de lihevkirin çêbibe, ew amade ne li hemberî hebûna Tirkiyê ya li Sûriyê hêzên xwe bişînin.
Wezîrê Îtalî herwiha da zanîn ku destwerdana yekalî ya Tirkiyê bi ser Rojavayê Kurdistanê de, têkoşîna dijî DAIŞê û astengiyên li ser ewlekarî û mirovî di civîna hefteya borî ya wezîrên NATOyê de hatine gotûbêjkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin