Wezîra Almanî: Almanya amade ye hêzê bisîne Rojavayê Kurdistanê

26 October 2019 12:40 0 dîtin
Wezîra Almanî: Almanya amade ye hêzê bisîne Rojavayê Kurdistanê

PeyamaKurd - Wezîra Berevaniyê ya Almana ragihand, heger “herêma ewle” ya navdewletî li Rojavayê Kurdistanê were avakirin, Almanya amade ye 2500 leşker bişîne Sûriyê.

Rojnameya Der Spiegel a Almanî belav kir, Wezîra Berevaniyê ya Almanyayê Annegret Kramp-Karrenbauer ragihandiye, heger herêma ewle bi çavdêriya navdewletî li bakurê Sûriyê bê avakirin, ew amade ne 2500 leşker bişînin Sûriyê.

Rojnameyê aşker kir jî, heger pêşniyara Almanyayê bo avakirina herêma ewle ya navdewletî bê qebûlkirin, ji bilî wê hejmara leşkeran, Almanya dê bi dehan tank, zirîpoş, topavêj û çekên giran û herwiha çend firokeyên şer yên cureya wan Tornado û Eurofighter Typhoon dê li navçeyê bicih bike.

Wezîra Almanî Kramp-Karrenbauer 21ê vê mehê ragihand, wê bi Şêwirmenda Almanya Angela Merkel re projeyek amade kirine û dê di civîna NATOyê ya li ser asta wezîrên berevaniya ya 24 û 25ê vê mehê de pêşkêş bikin.