Zelenski: DYA, Îngîltere û Almanya hêzên Kore ya bakûr disopînin
PeyamaKurd – Serokê Ûkraynayê Zelenski li ser şandina eskerên Kore ya Bakûr ji bo Rûsyayê axifî û bang kir. Zelenski got ku eskerên Kore yên ku şandiye Rûsyayê da li hemberê Ûkraynayê şer bikin, xwe ji bo şer amade dikin û weha dewam kir:
“Eger şiyanên me yên çekên menzîla wan dirêj hebûya, me dikaribû ber li wan bigirta. Lê DYA, Îngîltere û Almanya hêzên Kore ya bakûr dişopînin.”
Zelenski, mijarê di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku:
“Kore ya Bakûr di wextekî nêz de fuzeyekî balistik ceriband ku leza wê û bilindahiya wê gelek baş e. Dinya tenê mezinahiya tehdîdê temaşe dike. Kore, şiyanên top û fuzeyên xwe di rêya Rûsya de pêşxist. Niha jî taktîkên şerê nûjen hînî wan dikin. Bi hezaran leşkerên Kore nêzî sînorê Ûkraynayê ji bo şer xwe amade dikin û dinya jî temaşe dike.”
Zelenski ragihand ku ew dizanin leşkerên Kore ya Bakûr li ku derê civiyane. Divê desteka Rûsyayê ya ji bo Kore raweste û Çîn dikare vî karî bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin