Îtalya û Japonya, dest bi hevdîtinên berevaniyê dikin

11 January 2023 15:30 0 dîtin
Îtalya û Japonya, dest bi hevdîtinên berevaniyê dikin

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni û hevtayê wê yê Japonî Kishida Fumio, li hev kir ku dan û stendinên ewlehiyê yên dualî ji bo xurtkirina hevkariya berevaniyê bidin destpêkirin.

Kishida Fumo yê ku di çarçoveya gera welatên G7ê de çû Îtalyayê, li paytext Romayê bi Serokwezîra Îtalyayê Melonî re civiya.

Li gorî agahiyên hatin ragihandin, di hevdîtina xwe ya rû bi rû ku cara yekemîn pêk tê de Meloni û Kishida li hev kirin ku ji bo bihêzkirina hevkariya berevaniyê di navbera welatên xwe de dan û stendinên ewlehiyê yên dualî bidin destpêkirin.

Di civîna çapemeniyê ya ku piştî civînê hat lidarxistin de Kishida got ku piştî pêşketinên di warê hevkariya berevaniyê de Tokyo û Romayê biryar dan ku dan û stendinên ewlehiyê dest pê bikin.

Lûtkeya Rêberên G20ê ya 2023yan, dê di navbera 19 û 21ê Gulanê de bi mazûvaniya Kishida Fumio, li bajarê Hiroşimayê yê li başûr rojavayê Japonyayê bê lidarxistin.