Îtirafên operasyona bejayî ji Îsraîlê!

30 October 2023 12:33 0 dîtin
Îtirafên operasyona bejayî ji Îsraîlê!

PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê diyar kir ku ew operasyona bejayî gav bi gav berfireh dikin û gotin, hejmara girtiyên Hamasê yên li Gazzeyê 239 e.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Danîel Hagarî di civîna çapemeniyê de li ser hejmara girtiyên di destê Hamasê de agahîyên nû parve kirin.

Hagarî da zanîn, li Gazzeyê 239 kesên "binçavkirî" hene û agahî dane malbatên wan û destnîşan kir, di nav wan de karkerên biyanî jî hene.

Hagarî got, ew Serokê Gazzeyê yê Hamasê Yahya Sînvar jî dişopînin û heta ku wî bibînin wê şopandina wî berdewam bikin.

Hagarî bal kişand ser operasyona bejayî ya li dijî Gazzeyê jî û wiha got: "Em gav bi gav operasyona bejayî berfireh dikin. Ji bo garantiya jiyana leşkerên xwe çi ji destê me bê em ê bikin."

Hagarî diyar kir, do di operasyonên li bakurê Gazzeyê da bi dehan endamên artêşa Îsraîlê ku di nav wan da fermandarên asta taktîkî yên Hamasê jî hene hatin kuştin.

Îsraîl beriya niha diyar kiribû ku zêdetirî 230 kes ku di nav wan de leşker û polîs jî hene li nêzî Şerîda Gazzeyê di destê Hamasê de ne.