Ji Îsraîlê peyama 'operasyona bejayî'!

23 October 2023 12:57 0 dîtin
Ji Îsraîlê peyama 'operasyona bejayî'!

PeyamaKurd – Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Galant diyar kir, "operasyona bejayî ya li dijî Gazzeyê" dikare bi mehan dewam bike, êrîşên hewayî yên li dijî Gazzeyê tevahiya şevê dewam kirin.

Li gor nûçeya rojnameya Yedîot Ahronotê Galant di civîna "Fermandariya Operasyonên Hêzên Hewayî" ya li nêzî sînorê Gazzeyê de daxuyanî da.

Galant got: “Tiştekî ku bikare artêşa Îsraîlê rawestîne nîne. Aliyê operasyonê yê manevrayê (navê Îsraîl ji bo êrîşên xwe yên Gazayê) ji hêza hewayî û operasyonên bejayî pêk tê. Operasyona bejayî ya li Gazzeyê divê şerê dawîn li wir be ji ber ku piştî wê Hamas tune. Dibe ku ev mehek, 2 meh, 3 meh bidome, lê di dawiyê de Hamas li wir namîne."

Ji aliyê din ve balafirên Îsraîlê êrîşî kampên Cebaliya, El-Burayj û Nuseyrat ên li Gazzeyê û gelek malên ku sivîl lê dijîn li herêma Beyt Lahiyê kirin.