James Jeffrey: Biden soz dabû Tirkiyê lê YPG derneket!

09 December 2022 21:08 0 dîtin
James Jeffrey: Biden soz dabû Tirkiyê lê YPG derneket!

PeyamaKurd – Nûnerê Serokê Amerîka yê berê bo Karûbarên Sûriyê James Jeffrey got ku Amerîka hebûna xwe ya li bakurêrojhilatê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) bidawî nake û destnîşan kir ku gefa DAIŞê hîn berdewam dike.

Jeffrey herwiha li ser mijara derxistina YPGê ji Minbicê jî got ku YPGê soza ku Biden ji bo derketina ji Minbicê daye Tirkiyeyê bicih neaniye.

Jeffrey ji medya fermî ya Tirkiyê TRTê re daye xuyakirin ku wan dewleta herêmî ya DAIŞê têk daye û soza xwe bicih aniye û li ser mijara hebûna PKKê li Rojavayê Kurdistanê ku Tirkiye bi vê hincetê gefa operasyonên nû dixe jî got, çalakiyeke PKKê ya li Sûriyê bi qasî Tirkiyê divê ji bo Amerîkayê jî fikaran çêbike.

James Jeffrey wiha axivî: “Em bi Hêzên Sûriya Demokratîk ku me ew nav lê kiriye re, li dijî DAIŞê hevkariyê dikin. Metirsiyên rastîn ên ewlehiyê yên Tirkiyeyê ji ber PKKê, li Sûriyê û Iraqê hene. DAİŞ rêxistineke terorê ye, em hewl didin metirsiyên cuda yên ewlehiyê kombîne bikin û ev jî dihêle ku pêwendî bipêşve biçin. Dema Biden cîgirê serok bû, soza derketina YPGê ji Minbicê hat dayîn, lê YPG derneket.”