Jeffrey: Hedefa Amerîka û Îsraîlê li Sûriyê, ne Rûsya ye derxistina Îranê ye

08 May 2020 16:13
Jeffrey: Hedefa Amerîka û Îsraîlê li Sûriyê, ne Rûsya ye derxistina Îranê ye

PeyamaKurd – Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê di Hevpeymaniya Navdewletî de, James Jeffrey, di civîneke tele konferansê de got, destwerdana Amerîka, Tirkiye û Îsraîlê li Sûriyê serweriya Rûsyayê asteng kiriye, lê hedefa wan ne Rûsya ye, derxistina Îranê ji Sûriyê ye.

James Jeffrey di civîna rojnamevanî ya bi beşdarîya Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Morgan Ortagos, cîgirê wezîrê derve yê Buroya Kar û Barên Ewropa û Euroasyayê Christopher Robinson de, wiha got: "Hûn bi piranî bûyerên rojane baş dişopînin. Rûsya di 2015an de hat da ku rejîma Esed ya nefesa xwe ya dawîn dida rizgar bike."

Jeffrey diyar kir, Rûsya bilez di pêkanîna hedefa xwe ya yekemîn a bi nûnertiya aramiya rewşê de bi ser ket, di dawiya 2015an de li ser biryara Neteweyên Yekbûyî (NY) a 2254an a girêdayî çareya Sûriyê ku banga çareseriya siyasî, destûra nû û hilbijartinên bi çavdêriya NYyê dike, qebûl kir.

Jeffrey got: “Me ji sedî 80 tawîz dan û Rûsyayê jî ji sedî 20 tawîz dan. Ev yek jî ji aliyê me ve nayê pejirandin heta gelek dewletên bi me re kar dikin jî qebûl nakin.”

Jeffrey diyar kir ku armanca wan derxistina Rûsyayê ji Sûriyê nîn e, ji ber ku Rûsya ji beriya 30 salan ve li Sûriyê ye û wiha pê de çû:

“Em texmîn nakin mayîna Rûsyayê li Sûriyê ji bo herêmê û Rûsyayê baş be, lê dîsa jî ev yek ne siyaseta me ye. Di halê hazir de siyaseta me vegera rewşa wekî berî 2011an, di encamê de ew ê hemû hêzên leşkerî yên ku derbasî herêmê bûne, bikevin anku îranî û milîsên Îran wan bi rê ve dibe, derkevin.”

Li ser nakokiyên di navbera Esed û malbata wî de jî James Jeffrey got: "Nakokiya di navbera serokê Sûriyê Beşar Esed û kurê xalê wî Ramî Mexlûf de girîng e, ji ber ku Mexlûf aboriya Sûriyê serwer dike û heta aboriya fermî jî serwer dike. Mexlûf zêde nêzî Esed e û ji beriya 50 salî ve tehekkumê di Sûriyê de dike.”

Derbarê rexneyên Rûsyayê ji Esed re Jeffrey wiha got: "Em ne piştrast in ka rexneyên Rûsyayê ji Sûriyê re û ji aliyê kesên nêzî Pûtîn ji Esed re bandorê li şîretên em bi xwe li Esed bikin, an jî alîkariya Rûsyayê di firotina Sûriyê ji hin dewletan re anku mîna dewletên Amerîkaya Latîn, Ewropa û Rojhilata Navîn bike da ku em Sûriyê di nava hêzên navneteweyî de bidin qebûlkirin û bi dehan milyar dolaran dabîn bikin û ji nû ve avahiyên Sûriyê bidin avakirin, li gel vê yekê hîn jî em di nava hewldanan de ne da ku em paşperdeya vê rexneyê nas bikin."

Jeffrey di berdewamê de got: “2 salan li pey hev Rûsyayê piştevaniya Îranê ya vegerandina rejîma Esed a parçeya mezin ji xaka Sûriyê ji opozîsyonê kir. Ji lew re berjewendiyên wê zêde dibin. Lê Rûsya rastî gelek astengiyan hat, nexasim jî şandina Îranê ya milîsan li Sûriyê bû hedefa gefan li Îsraîlê. Bi wê re jî Îsraîlê parastina ewlehiya li hember vê yekê kir û bû sedema şermê ji Rûsyayê re. Herwiha bi wê re jî erka Rûsyayê ya bi destwerdana Amerîka, Tirkiye û Îsraîlê re bi sedemên cuda li Sûriyê asteng kirin.”

Jeffrey da zanîn: "Ez bi Pompeo û Morgan re çûm Soçiyê da ku Lavrov û Pûtîn bibînin û me çareyek li ser bingeha pêngav bi pêngav bi hev re danî. Lê belê piştî wê bi demeke kin, Rûsyayê nîşan kir ku li gorî çareya leşkerî tev digere, bi wê re jî hêzên Sûriyê li Idlibê têk birin. Bi wê re jî me dît ku hin nîşane di çapemeniya Rûsyayê de hatin dîtin ku Rûsya di mijara komîteya destûrê de pir nerm e, ji ber ku serkeftina leşkerî di demeke nêz de li Sûriyê bi dest naxe, bi taybet jî aboriya Sûriyê di rewşa têkçûnê de ye.”

Li ser vekişîna Îranê ji Sûriyê jî Jeffrey wiha axivî: "Em hin tevgerên Îranê li Sûriyê dibînin û dibînin ku ji herêmên ji aliyê Îsraîlê ve tên derbekirin, vedikişin. Hin milîsên bi piştevaniya Îranê mîna Hizbullahê û hin ji dewletên dîtir vedikişin. Herwiha tu guhartinên derbarê stratejiya Îranê li Sûriyê ya li dijî Îsraîlê û guhartina stratejiya ‘Hîlala Şîe’ çênebûne."

Jeffrey li ser êrîşên dawî yên DAIŞê li Sûriyê û Iraqê destnîşan kir: "DAIŞê zêde kiryarên xwe nedan meşandin, tenê êrîşên dawîn ên li Iraqê û bejahiya Sûriyê xurt bû û sedema vê yekê jî ew bû ku artêşa Sûriyê di şerê li dijî DAIŞê de nexwedan taktîk bûn û rejîm û Rûsya bi rewşa Idlibê ve mijûl bûn.”