Jeffrey: Armanca hebûna Amerîka li Sûriyê ne tenê DAIS e, Trump nekarî 3 armancan pêk bîne
PeyamaKurd – Nûnerê berê yê Amerîka bo karûbarên Sûriyê James Jeffrey piştî bidawîbûna reka wî di hevpeyvînekê de ragihand, Amerîka û Tirkiyê rê nadin rêjîma Beşar Esed dest deyne ser hemû xaka Sûriyê û got, Trump nekarî 3 armancên sereke li Sûriyê pêk bîne.
James Jeffrey ji rojnameya Times of Israel re axivîye û gotiye, Armanca hebûna leşkerî a Amerîka li Sûriyê ne tenê ji bo jinavbirina DAIŞê ye, belkî derxistina hêzên Îranê ji wî welatî û rêgirtina li ber hikûmeta Beşar Esed e da ku hemû xaka Sûriyê kontrol neke.
Jeffrey daye xuyakirin, “Hêzên Tirkiyê heman karî li bakurê Sûriyê dikin. Di heman demê de hêza esmanî ya Îsraîlê li asman serdest e.”
Jeffrey diyar dike ku rêveberiya Serokê Amerîkê Donald Trump nekariye 3 armancên sereke li Sûriyê bi cih bîne ku ew jî: Derxistina hemû hêzên Îranî ji Sûriyê, jinavbirina yekcarî ya DAIŞê û dîtina çareseriyeke siyasî ji bo krîza Sûriyê ne.
James Jeffrey gotiye, “Tiştê me kiriye ew e, me rê neda (Beşar Esed) li ser erdê bi pêş bilkeve û rewşa leşkerî jî wek xwe maye.”
Jeffrey heriwah bibîr xist ku hevpeymaniyeke berfireh a bi piştevaniya Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê li dijî rêjîma Sûriyê heye û got: “Dewleteke têkçûyî wek “çiravê” mîrat ji Rûsya û Îsraîlê re meye. Heta ku ji wê tengahiyê derkevin, dê neçar bin gelek danûstandinê bikin û tawîzê bidin.”
Rayedarê Amerîkî da zanîn, heger Amerîka negihîşt çareseriyekê ku vekişîna Îranê ji Sûrîyê tê de be, divê "stratejîyeke demkî deyne, da ku nehêle ew bi ser bikevin"
Jeffrey piştgirî da êrîşên Îsraîlê yên li ser Sûriyê û got, riya tekane ya rawestandina van operasyonan, vekişandina hêzên Îranî ye û diyar kir ku ew daxwaz jî ne cihê gengeşeyê ye.
James Jeffrey gotiye, Îsraîlê li Sûriye û Iraqê li dijî hêzên Îranê gelek operasyon kirin û vê yekê bandor li operasyonên wan a li dijî DAIŞê nekiriye.
Jeffrey herwiha li ser pirsa derbarê rola Îsraîlê di têkoşîna DAIŞê de diyer kiriye: "Îsraîlê roleke gelekî mezin lîst, lê piraniya agahiyên li ser vê yekê nehênî ne."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin