Ji 298 binçavkiriyên Newroza Diyarbekirê 35 kes hîn nehatine berdan
PeyamaKurd – Di ahenga Newrozê ya Diyarbekirê de, 298 kes ku hejmarek zêde ji wan zarok bûn hatibûn binçavkirin.
Hat zanîn ku ji 298 kesên roja Newrozê hatibûn binçavkirin heta niha 263 kes piştî wergirtina îfadeyên wan hatine berdan, lê hîn 35 kes nehatine berdan.
74 zarokên hatibûn binçavkirin temenê wan di navbera 13-14 salî de bûn û ew jî piştî wergirtina îfadeyên wan hatine berdan.
Hêjayî gotinê ye, hejmarek zêde ji wan kesên hatibûn binçavkirin, ew kesên ji ber hincetên sembol û cilûbergên kurdî astengî ji wan re hatibûn derxistin bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin