Ji 5 welatên Yekîtiya Ewropayê biryara qedexeya kestiyên rûsî

18 April 2022 18:32 0 dîtin
Ji 5 welatên Yekîtiya Ewropayê biryara qedexeya kestiyên rûsî

PeyamaKurd – 5 welatên endamên Yekîtiya Ewropayê (YE) di çarçoveya sepandina dorpêçên ser Rûsyayê de, biryara girtina benderên xwe ji keştiyên rûsî re dan.

Hat ragihandin ku welatên endamên YEyê Îtalya, Belçîka, Estonya, Bulgaristan û Romanya di çarçoveya pakêta nû ya dorpêçên ser Rûsyayê de, benderên xwe ji keştiyên Rûsî re qedexe kirin.

Serokê Ofîsa Serokatiya Ukraynayê Andriy Yermak jî ragihandibû ku wê ji 17 Nîsanê pê de welatên navborî benderên xwe ji keştiyên rûsî re bigirin.

Andriy Yermak gotiye, qedexeya benderan ne tenê ji bo keştiyên bi ala Rûsî ne, herwiha keştiyên Rûsî yên ala xwe guhertine jî di çarçoveya qedexeyê de ne.