Ji aliyê 76 rêxistinan nameyek hevbes bo Girê Spî û Serê Kaniyê ji NY û YEyê re hat sandin
PeyamaKurd – Nameyek hevbeş ji aliyê 76 rêxistinên mafên mirova û rêxistinên civaka sîvîl, di salvegera êrîşa Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê û girtina her du bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê de, ji Netewên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa hat şandin.
Rêxistinan name ji Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî Antonio Guterres, Berpirsê Karûbarên Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell û Şandeyê Netewên Yekbûyî yê Sûriyê Geir Pedersen re şandin.
Di nameya xwe de rêxistinan diyar kirin, nameya wan a hevbeş “hewlek e ji bo gîhandina dengê xelkê navçeyên bakur û rojhilatê Sûriyê, ji bo ku nîşan bidin xelkê navçeyê çiqasî pêwîstiya wan bi alîkariya heqîqî ya civaka navdewletî heye.”
Rêxistin daxwazê ji Antonio Guterres, José Borrell û Geir Pedersen dikin ku kar ji bo derxistina hêzên Tirkiyê ji her du herêman û vegera xelkê wan bikin.
Ew rêxistin di nameya xwe de daxwaz li civaka navdewletî, rêxistinên Yekîtiya Ewropa dikin ku ji bo rawestandina binpêkirinên Tirkiyê û komên tundajo erkên xwe pêk bînin.
Heman rêxistin û sazî didin zanîn, ew daxwazê li civaka navdewletî û rêxistinên Yekîtiya Ewropa dikin, kar ji bo cîbicîkirina biryarên navdewletî di derbarê çareseriya siyasî li Sûriyê bikin.
Di beşeke din a nameya xwe de rêxistinan daxwaz kirine kar ji bo gîhandina alîkariyên mirovî bi xelkê Serê Kaniyê û Girê Spî bê kirin, herwiha “kar ji bo vegera xelkê her du herêman bo malên xwe û derxistina hêzên dagîrker bê kirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin