Ji bo hikûmeta Kazimî bernameyeke hevbes a aliyên Kurdistanê heye

03 May 2020 15:36 0 dîtin
Ji bo hikûmeta Kazimî bernameyeke hevbes a aliyên Kurdistanê heye

PeyamaKurd - Seroka fraksiyona PDKê li encûmena nûnerên Iraqê Viyan Sebrî ragihand, biryare di çend rojên pêş de Parlamentoya Iraqê bicive û dengê baweriyê bo kabîneya Mistefa Kazimî bê dayîn û destnîşan kir, wek fraksiyonên kurd bernameya wan a hevbeş heye.

Li gorî nûçeya BasNewsê Viyan Sebrî da xuyakirin, “Biryare di çend rojên pêş de li Parlamentoya Iraqê deng ji kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê re bê dayîn. Em jî wek kurd yekhelwêstî bo me girînge û em wek fraksiyonên Kurdistanê bernameya me ya hevbeş heye ku ji Kazimî re pêşkeş bikin û di wê bernameyê de behs li nêrîna kurdan a di vê hikûmeta nû ya Iraqê ragihînin. Herweha rêyên çareseriya pirsgirêkan di navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û Iraqê de li ser bingehê destûrê û şirîkî û wekhevî de rêkeftin hatiye kirin.”

Viyan Sebrî wih pê de çû: “Pêwîste hikûmraniya li ser bingehê şirîktî û rêkeftin û wekhevî li gor destûrê beşdariya wekhev a herêma Kurdistanê di serwet û budce û desthilatên federal de çareseriya pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê be. Li gorî destûrê û bi guftûgoyan rêkeftin, bi taybet li ser pirsa budce bi awayekî be ku mafê gelê Kurdistanê ku mûçe berdewam be û hikûmet destûr û hemwelatîbûn, xizmetguzarî û pêkvejiyan aştiyane be.”