Ji aliyê Twitterê peyamek Donald Trump hat jêbirin

19 October 2020 10:36 0 dîtin
Ji aliyê Twitterê peyamek Donald Trump hat jêbirin

PeyamaKurd – Bi sedema "dayîna agahiyên xelet û şaşkirina mirovan" Twîtterê, twîteke Serokê Amerîkayê Donald Trump jê bir.

Trump, li ser Twitterê peyamekê belav kir û got: "lixwekirina maskeyan bêbandor e." Ev jî li dijî yasa, rê û rêbazên weşana Twitterê ye. Lewma Twitter peyam jê bir.

Di derheqê vê mijarê de heta niha Qesra Spî tu tişt ne weşandin.

Beriya niha jî serokê DYA'yê ragihandibû ku Korona (COVID 19) dişibe grîba normal û divê nexweşî neyê mezinkirin.

Heta niha 217 hezar Amerîkî ji ber vîrûsa Koronayê mirine.