Donald Trump wê toreke weke Twitterê saz bike

16 January 2021 11:59 0 dîtin
Donald Trump wê toreke weke Twitterê saz bike

PeyamaKurd – Donald Trump ji ew ê toreke civakî ya weke Twitterê saz bike.

Twitterê piştî ku hesabê Serokê Amerîkayê Donald Trump girt, Trump diyar kir ku Twitter kanaleke azad nîne û ew bi çend kompaniyan re axiviye ji bo toreke weke Twitterê saz bike.

Trump dide zanîn, ew ê tu car li hember kiryarên Twitterê bêdeng nebe û li dijî wan bisekine.

Piştî ku alîgirên Donald Trump roja 6ê Çileya 2021ê êrîşî Kongresê kirin, Twitter û Snapchatê hesabên Trump bi temamî jêbirin, herwiha Facebook, Instagram û Youtube jî bi awayekî demkî, parvekirinên Trump rawestandin.

Washington Post di raportekê de destnîşan dike; “Trump hêrs bûye, ji ber ku kesên nêzîkî wî, dema bi handana alîgirên xwe bo êrîşkirina ser avahiya Kapîtolê hat tohmetbarkirin, derbarê wî de berevaniyeke mezin nekirin.”