Twitterê hesabê Donald Trump bi awayekî mayînde rawestand
PeyamaKurd – Bi daxuyaniyekê Twitterê ragihand, ji ber belavkirina "tundî û aloziyê", hesabê Serokê Amerîkayê Donald Trump hat rawestandin.
Li gor daxuyaniya Twitterê: “Piştî gelek hûrbîniyên li ser hesabê Donald Trump, me biryar da bi awayekî mayînde hesab were rawestandin.”
Derbarê sedema girtina hesabê Serokê Amerîkayê Twitterê daye zanîn; ji bo tundiya zêdetir çênebe, hesab hatiye girtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin