Ji Amerîka berteka normalbûna bi Esed re: ‘Rejîmê tistekî ku vê heq bike nekiriye’
PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price, derbarê hevdîtinên asayîbûna têkiliyan ên di navbera Enqere û Şamê de daxuyanî da û got, ‘Rejîma Esed ji bo asayîbûnê heq bike tiştek nekiriye.”
Di civîna rojane ya li Koşka Spî de, Ned Price beriya serdana Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu a Washingtonê ku tê çaverêkirin hefteya bê pêk were, bertek nîşanî hevdîtinên navbera hikûmetên Tirkiye û Sûriyê nîşan da.
Price diyar kir ku helwest û pozîsyona Amerîka ya bo Esed ji bo hemû welatan derbas dibe û got: “Me eşkere îfade kir ku em bi rejîma Esed re pêwendiyan normal nakin û piştevaniyê nadin welatên dikin jî. Me gelek caran ev anî ziman, lewra me heta niha nedîtiye ku rejîma li Şamê ji bo asayîbûnê heq bike tiştek kiriye.”
Ned Price destnîşan kir ku ew helwesta xwe ya li dijî rejîma Esed bi eşkereyî radigihînin û heger hevpeymanên Amerîkayê nêrîna Washingtonê di vê derbarê de bipirsin jî bersiva wan bersiveke hevgirtî ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin