Ji Asayîsa Rojava biryar û tedbîrên Cejna Remezanê
PeyamaKurd - Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Rojavayê Kurdistanê rênima û rêkarên rojên cejna Remezanê ragihand.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxwaz ji hemwelatiyan kir, ji bo parastina ewlehî û aştiyê pabendî wan biryaran bibin.
Rêkarên Asayîşa Rojava bo Cejna Remezanê wiha ne:
1- Tevgera hemû barhilgir û tankerên mezin û memnavend ji piştî nîvê şeva roja Pêncşemê û heta demjimêr 15:00 ji roja Sêşemê 29ê Gulanê qedexe ye.
2- Ketina hemû motorsîkletên welatiyên sivîl û leşkeran bo gund û bajaran ji roja Sêşemê 19ê Gulanê û heta roja Sêşemê 26ê Gulanê qedexe ye.
3- Avêtina guleyan li gor yasayan qedexe ye û kesê serpêçiyê (binpê) bike, dê bê sizadan û çek jî tê desteserkirin.
4- Hemû deriyên sînorî ji bilî deriyên El Tayha û Tebqa girtî dimînin û hemû rêkarên xweparastina ji vîrusa koronayê tên girtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin