Ji Bakirhan berteka qeyûm: Hûn diz in, bi ziman û çanda gelê Kurd dilîzin
PeyamaKurd - Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari, li ber Şaredariya bajarê Batmanê bi daxuyaniyekê bertek nîşanî tayînkirina qeyûman dan.
Hevseroka Şaredariya Batmanê Gulîstan Sonuk, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Dogan Hatun û nûnerên saziyên sivîl li ber avahiya Şaredariya Batmanê li dijî tayînkirina qeyûman kom bûn.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan axaftinek li ber avahiya şaredariyê kir û silava Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî bi bîr xist.
Bakirhan got: "Wan komplogerên diz tesfiye plan dikir, wan destên xwe dirêjî me kiribûn. Me jî destê xwe dirêjî wan kir. Me got, belkî ew jî bi gelê Kurd re aştiyeke bi rûmet pêk bînin ku bi salan e bi tesfiye, înkar û çewisandinê nekarîne tune bikin. Rojekê em dê we bikin partiyek ku êdî hûn dê nikaribin tabelaya xwe daliqînin. Ev gel baş dizane ku hûn li van avahiyên şaredariyê çi dikin. Hûn diz in. Hûn bi ziman û çanda gelê Kurd dilîzin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin