Ji ber berfê li 13 parêzgehên Bakurê Kurdistanê dibistan hatin girtin

19 January 2022 12:09 0 dîtin
Ji ber berfê li 13 parêzgehên Bakurê Kurdistanê dibistan hatin girtin

PeyamaKurd Li  parêzgehên Bakurê Kurdistanê, Diyarbekir, Mêrdîn, Xarpêt, Meletî, Çewlîg, Semsûr, Bedlîs, Erzerom, Dîlok, Muş, Riha, Sêwaz û Dêrsimê, ji ber barîna berfa zêde û şert û mercên ne guncav ên keşûhewayê, îro Çarşembê 19ê Çileya 2022an dibistan hatin girtin.

Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê bi giştî li 45 parêzgehan ji ber berfa zêde û mercên nerênî yên keşûhewayê bo dema rojekê 19ê Çile dibistan hatin girtin û dê fermanberên ducanî û karmendên xwedî pêdiviyên taybet ên wan parêzgehan jî wê mohlet bin.

Ligel 13 parêzgehên Bakurê Kurdistanê li 32 parêzgehên Tirkiyê Bolu, Kutahya, Kastamonu, Nigde, Uşak, Burdur, Karaman, Gumuşhane, Aksaray, Kayseri, Afyonkarahisar, Konya, Nevşehir, Tokat, Bilecik, Adana, Osmaniye, Yozgat, Rize, Sakarya, Mersin, Çankiri, Duzce, Denizli, Ordu, Giresun, Hatay, Artvin, Sinop, Zonguldak, Samsun û Bursayê jî dibistan bi heman hincetê bo dema rojekê hatin girtin.

Herwiha aliyên pêwendîdar li cihên ku berf li wan dibara derbarê egera çêbûna aşûtê de berdewam hişyariyê didin welatiyan û ji ber bûyerên trafîkê jî daxwazê ji welatiyan dikin ku eger rewşeke awarte nebe çûn û hatinê nekin.