Li 4 parêzgehên Bakurê Kurdistanê dibistanan rojekê navber dan perwerdehiyê

11 February 2022 13:03 0 dîtin
Li 4 parêzgehên Bakurê Kurdistanê dibistanan rojekê navber dan perwerdehiyê

PeyamaKurd Li 4 parêzgehên Bakurê Kurdistanê, ji ber şert û mercên xerab ên hewayê, dibistan, rojekê hatin girtin.

Li parêzgehên Wan, Agirî, Erzîngan û Colemêrgê yên Bakurê Kurdistanê, j, ber rewşa hewayê ya nerênî dibistan heta rojekê îro hatin girtin.

Parêzgariyên wan bajaran diyar kirine, li navçeyên Zêdkan, Hamur û Avkevir  yên ser bi Agirî, li navçeya Geverê ser bi Colemêrgê, li navçeya Elbakê ser bi Wanê û li navçeyên Mansî, Tercan û Otlukbelî ser bi Erzînganê, dibistanên seretayî û navîn heta rojekê, 11ê Sibata 2022ê hatine girtin.

Herwiha wê karmendên kêmendam û ducanî jî betlanê û naçin saziyên lê dixebitin.