Li besek parêzgehên Bakurê Kurdistanê pêleke tozbarînê destpê kir

03 June 2022 14:02 0 dîtin
Li besek parêzgehên Bakurê Kurdistanê pêleke tozbarînê destpê kir

PeyamaKurd – Li beşek parêzgehên Bakurê Kurdistanê, pêleke tozbarînê destpê kir.

Li gor zanyariyan, pêla tozbarînê do destpê kir, îro Înê jî li navçeyên nêzîkî sînorê Rojavayê Kurdistanê berdewam dike û bandoreke xerab li jiyana welatiyan dike.

Li parêzgehên Dîlok, Riha, Kilis û Semsûrê yên Bakurê Kurdistanê toz dibare û asta dîtinê bi awayekî berçav daketiye û tozbarînê bandoreke nerênî li jiyana welatiyan kiriye û aliyên pêwendîdar hişyariyê didin welatiyên ku nexweşiyên wan ên sîng û henasadenê hene dernekevin derve.

Rêveberiya Giştî ya Keşnasiyê ya Tirkiyê daye zanîn, tozbarîna ku Bakurê Kurdistanê li xwe girtiye, ji Sûriye tê.