Li tevahiya Bakurê Kurdistanê pêleke berf û baranê destpê dike
PeyamaKurd – Saziya Keş û Hewayê ya Tirkiyê diyar kir, ji sibê pê ve li Diyarbekirê barana ku demeke dirêj e dihat çaverêkirin wê bibare û li tevahiya Bakurê Kurdistanê pêleke berf û baranê destpê dike.
Saziya Keş û Hewayê da zanîn ku tê pêşbînîkirin ji sibê roja Şemiyê pê de li Diyarbekirê baran destpê bike û li tevahiya Bakurê Kurdistanê jî pêleke berf û baranê bibandor be.
Saziya keş û hewayê sibê li Diyarbekirê baran heye û pileya germê jî herî zêde 4 û herî kêm jî 2 pile ye. Tê pêşbînîkirin ku heta hefteyekê baran bandora xwe bidomîne.
Herwiha sibê li bajarên wek Mêrdîn, Batman, Riha, Sêrt û Dîlokê jî pêşbiniya barîna baranê tê kirin. Li bajarên wek Şirnex, Colemêrg, Bedlîs, Wan, Erzirom û Qersê sibê pê de pêşbîniya befirê tê kirin.
Hişyarî bo ajokaran jî tê kirin ku li gorî şert û mercên hewayê tevbigerin û bergiriyên xwe bistînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin