Ji ber bûyera Pasûrê 1 kes hat zîndanîkirin

13 April 2020 22:45 0 dîtin
Ji ber bûyera Pasûrê 1 kes hat zîndanîkirin

PeyamaKurd- Bi sedema ku li navçeya Pasûr bi ser bajarê Diyarbekirê de, teqemenî xistibûn rê û erebeya ku 5 kesan biribû da bo xwe daran bînin malên xwe, teqemenî teqiyabû û di encamê de 5 kes jiyana xwe ji dest dabûn, hêzêna sayîşê çend roj berê 6 kesan girtibû û 1 jî firar bû.

Kesên ku ji aliyê cendirmeyan de hatibûn binçavkirin îro wan birin dadgehê û 5 kes ji wan serbest hat berdan û 1 ji wan hat şandin bo zîndanê.