Ji ber erdheja Meresê peyama sersaxiyê ya Nêçîrvan Barzanî
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo malbatên kesên ku di erdheja navenda Mereşê Pazarcikê de jiyana xwe ji dest dane re sersaxî xwest.
Îro danê sibê di derdora seat 04.17an de li navçeya Pazarcika Mereşê bi pileya 7.4 erdhejek pêk hat.
Serokatiya Rêveberiya Rewşa Lezgîn (AFAD) ragihand, heta saet 06.30’an li 7 parêzgehan 76 kesan jiyana xwe ji dest dane û 440 kes jî birîndar bûne.
Erdhej li Herêma Kurdistanê, Iraq û welatên din ên herêmê hat hîskirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniyekê de li ser hesaba xwe ya Twitterê ragihand, sersaxiyê ji malbatên kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane re û ji birîndaran re jî şifaya lezgîn dixwazim.
Nêçîrvan Barzanî got, hizra min li gel wan kesên ku di erdheja herêma me de ziyan dîtine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin