Ji ber firtûna berfê 2.300 seferên balafiran betal kirin
PeyamaKurd – Li Amerîkayê bi sedema firtûna berfê seferên navdewletî di nav de bi temamî 2.300 seferên balafiran hatin betalkirin. Firtûna berfê bêhtir li eyaletên orta Amerîkayê çêbû.
Li gor ragihandina Xizmeta Meteorolojiyê ya Navendê ya Amerîkayê; firtûne ji orta Amerîkayê destpêkiriye û bi mesafeya 3 hezar km yî bandorê kiriye. Berf, cemed û serma, wê di temamê rojê de dewam bike. Sibê jî ber bi bakûrê Amerîka de here.
Li gor ragihandina mallpera FlightAware ê ku seferan dişopîne, li balafirgehên Chicago, Kansas, Dallas û Detroitê ji 1.400 seferan zêdetir, seferên navxwe hatine betalkirin. Seferên bi wan ve girêdayî yên navdewletî jî di nav de bi giştî 2.300 sefer hatine betalkirin.
Seferên trênan yên ku Chicagoyê bi 14 deveran ve girêdide, îro û sibê wê wan deferan nên kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin