Ji ber krîza aborî cara duyem hilbijartinên Lubnanê hatin pasxistin
PeyamaKurd - Parlamentoya Lubnanê, ji ber krîza aborî hilbijartinên herêmî bo salekê bipaş xist.
Nivîsgeha Serokatiya Parlamentoya Lubnanê ragihand ku li ser mijara hilbijartinên herêmî civîneke girtî li parlamentoyê hatiye lidarxistin.
Hat eşkere kirin ku piştî dengdanê, biryar hatiye dayîn ku ji ber kêmbûna dahata darayî û çavkaniyên lojîstîk ên ji bo hilbijartinên şaredariyê, hilbijartin bo 31ê Gulana 2024an hatiye paşxistin.
Hilbijartinên herêmî yên Lubnanê ku diviyabû 15ê Gulana 2022yan bên kirin, beriya niha jî ji bo Gulana 2023yan hatibûn paşxistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin