Ji ber li ser sînor zarokekî hat kustin, Bangladesê nota protestoyê ji Hindistanê re sand

05 September 2024 21:44 0 dîtin
Ji ber li ser sînor zarokekî hat kustin, Bangladesê nota protestoyê ji Hindistanê re sand

PeyamaKurd – Ji ber li ser sînorê Bangladeşê û Hindistanê, zarokekî 13 salî yê Bangladeşî ji aliyê hêzên asayîşa Hindistanê de hat kuştin, bû sedema di navbera her dû dewletan de krîz derê û Bangladeşê nota protesyoyê ji Hindistanê re şand.

Hûrahiya mijarê û sedem hê jî zelal nînin lê ji aliyê aramiya herêmê de, bûyer bûye sedema endîşeyê. Di nota Bangaladeşê de, hukumeta Bangladeşê bûyerê bi tundî şermezar kiriye û ji bûyerê endîşa xwe ragihandiye.

Di notayê de Bangladeşê ragihandiye ku hukmên ‘ji bo rayedarên sînor yên hevpar yên rehberiyê’ îhlal kirine, divê bûyerên kirêt yên weha car din nê tekrarkirin, bûyerên ku li ser sînor bûne, divê bikevin ber lêpirsînê û berpirs teslîmê edaletê bênkirin.

Li gor ragihandina rojnamê; di 1ê Êlûnê de nêzî sînorê Hindistanê li devera Moulvibazarê xortê 13 salî yê ku li wê derê îqametê dikir, ji aliyê Hêzên Ewlehiya Sînor yên Hindistanê (BSF) de hat kuştin.

Dirêjahiya sînorê navbera Bangladeşê û Hindistanê li dora 4.100 km.ya ye.