Ji ber serê berdewam ê DAISê li Hesekê 7 roj qedexeya çûnûhatinê hat ragihandin
PeyamaKurd - Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê, ji ber şerê berdewam ê di navbera hêzên HSDê û terorîstên DAIŞê de, ji bo 7 rojan qedexeya tam a çûnûhatinê li nav bajarê Hesekê û derdora wê ragihand.
Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê, di daxuyaniya xwe ya nivîskî de eşkere kir, qedexeya tam a li Hesekê ji sibe Duşembê 24ê Çileya 2022yan ve dest pê dike û heta Duşema bê ango heta 31ê mehê dom dike.
Şeva 20ê Çile komeke mezin a terorîstên DAIŞê bi ser girtîgeha Xiwêran-Sinaa ya Hesekê de girtibûn û piştre şer û pevçûnên giran di navbera DAIŞê û hêzên HSDê de rû dabûn. Şerê girtîgehê heta îro Yekşemê jî di roja çaremîn de hê jî berdewam dike.
HSDê herî dawî ragihandiye ku girtîgeh û cihên revê yên terorîstên DAIŞê hatiye dorpêç kirin, hîn bi temamî rewş nehatiye kontrolkirin ku heta niha bi sedan kuştiyên wî şerî hene.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin